Bi hinceta polîtîkayên ewlehîxwaz û tercîhên siyasî yên bêîzah wisa dikin ku tedbîrên ku di mewzûatê de cihê wan tune ye, bibin rûtîn. Li dijî normalîzekirina vê bêhiqûqiyê, li dijî her binpêkirina ku li miwekilên me tê kirin, ji bo ku pêvajoyeke edlî bê meşandin û bi rêya dozên hiqûqê qerebû bê kirin, Serlêdana Takekesî û pêvajoyên dozê yên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî tê de, em hemû pêvajoyên hiqûqî bi wê hişmendiyê dişopînin û dimeşînin û em di wê hişmendiyê de ne ku destkeftên mezin di encama deskeftên pêvajoyên yekyekî de pêk hatine.