Hiqûqnasên di bin banê B.A & Partnersê de çawa ku wan tiştên nû dişopînin ku pêşveçûnên dîjîtal di cîhana hunerê de çêdikin, her wiha haya wan ji wê yekê heye ku hiqûqa rojane her tim nikare ji bin van tiştan derkeve. Ji ber ku em dizanin ku serweriya di warê doktrîna mafên fikirî û pîşesaziyî de têr nake ku mirov meseleyên rojane çarEser bike, lewma em pratîk, meyl û fikirên di vê qadê de her tim dişopînin. Fikira me ew e ku mafên hunermendên îcrakar ên li ser wan berheman ku bi keda xwe derxistine, divê di nav tevliheviya têgehan de winda nebin û divê bikarin para xwe ya ku heq kirine, wergirin û pêşveçûnên dîjîtal çi qas bi lez dibin bila bibin, divê bêne parastin. Di vê çarçoveyê de tîma me ya pispor mafên miwekilên me bi baldarî dişopîne û diparêze û em dibin navbeynkar ku miwekilên me di nav çarçoveya têgihîştina mafî û pratîkên welatên pêşveçûyî de destkeftan bi dest bixin.
o Mafên Telîfê
o Mafên Hunermendên Îcrakar
o Peymanên di Çarçoveya Berhemên Fikirî û Hunerî de
o Tescîlên Milkiyeta Fikirî
o Têkoşîna li dijî Berhemên Korsan