Têkoşîna hiqûqê ku Parêzer Mehmûd Alinak di sala 1975an de mafên mirovan ji xwe re kirin rêber û dest pê kir, îro bi xebatên ku em bi tîma xwe ya pispor re di warê mafên mirovan û hiqûqa milkiyeta fikirî û di gelek warên din de dikin, didome. Pisporên me yên înformatîkê yên di bin rêveberiya Parêzer Bişar Ebdî Alinak de û hiqûqnasên me yên pispor li seranserî welêt di warê sûcên înformatîkê de ku li dijî takekesan tên kirin û di warê pratîkên darizandinê yên dadgehên pileyek de û di asta lêpirsînê de bûn navbeynkarên pêşveçûnên girîng. Miwekilên me yên ku bi êrişên organîzekirî tên armancgirtin, bi tevkariya xwe ya li têkoşîna azadî û demokrasiyê bi taybetî û bi tevkariya xwe ya li îcrakirina hunerê ya azadane bi giştî tên naskirin; em li dijî êrişên li ser mafên wan ên kesayetiyê destkeftên mezin bi dest dixin. Her çend di şert û mercên welêt de baweriya bi hiqûqê her ku diçe kêm bibe jî; me bi startejiyên agresîf parastina azadiya fikirî û raderbirînê, mafê kesayetiyê û mafê kombûn û xwepêşandanê bi taybetî û mafên mirovan bi giştî kir û bê ku ji biryarên wê yên siyasî yên mihtemel bitirsin me li hember binpêkirinan doz tomar kirin û bi vê yekê me encamên wisa bi dest xistin ku di van şertên tirsbar de jî destkeft çêdibin.
Ofîsa me tevî têkoşîna mafên mirovan ku ji xwe re kiriye rêber û her tim bala wê li ser e, her wiha qada hiqûqa milkiyeta fikirî jî ku li seranserê dinyayê bi lez pêşve diçe, yek ji wan qadan e ku hiqûqnasên me yên pispor li ser disekinin. Hiqûqa milkiyeta fikirî çi ji ber pêşveçûnên teknolojîk çi ji ber wan guherînên bilez ên li ser nêzîkatiyên ku têkildarî para îcrakar derketine, di salên dawîn de yek ji wan şaxan e ku di mewzûat û pratîkê de rastî guherînên herî bilez tê. Li Tirkiyeyê dadgeha bilind û dadgehên pileyek her çend ji paş de be jî bi awayekî giştî wan pratîkên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê dişopînin. Lewma ji bo ku binpêkirinên mafî yên miwekilên me zêdetir dereng nekevin û bi encam bibin, em sûdê ji welatên navborî werdigirin û em wisa dikin ku ne bi şiroveyeke mewzûatê ya berteng, lê bi perspektîfeke heqparêz ku pêşveçûnên teknololjîk û pîşeyî dike mecbûrî, li meseleyê bê nêrîn.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku pir berî me mafê milkiyetê daye qabiliyeta afirandina berheman, êdî mijarên ku li dijî wan biryarên hêza darizandinê hene, ew jî ji nîqaşê re tên vekirin. Peymanên ku hê berî ku derfetên teknolojîk û perspektîfên mafparêz tune bûn hatine kirin, îro dibin mijara dadgehkirinê, destkeft tên bidestxistin. Di sala 2023yan de jî di rojeva Dadgeha Amerîkayê ya Bilind de gelek lihevnekirinên fikirî û pîşesaziyî hene ku heta niha nebûne mijara dadgehkirinê. Hetta di wan angaştan de ku hîna biryareke emsal li ser wan tune ye jî, îcrakar û temsîlkarên berheman dikarin peymanên qezenczêde bikin. Her çend wekî ku di mewzûatê de heye û pratîkên hêza darizandinê ya bilind jî li paş be, li Tirkiyeyê ev têgihîştina mafparêz êdi bi cih dibe. Bi Qanûna Berhemên Fikirî û Hunerî ku di sala 1995an de kete meriyetê, hunermendên ku li ser berhemê xwedî mafê teserifê ne, ne tiştekî mafparêz e ku tenê ji bo carekê û bi destheqeke diyarkirî dest ji hemû mafên xwe berdin. Ev yek di gelek biryarên hêza darizandinê de tê qebûlkirin. Ew peymanên ku berî vê dîrokê hatine kirin, tên vekolîn û nîqaşkirin. Em hem ji bo wan jidestdanên mafan ên miwekilên xwe ku ji ber peymanên nemafparêz çêdibin, tê dikoşin û hem jî em bi şêwirmendiya xwe dikin ku miwekilên me ji wan peyaman heqê keda xwe ya afirîner wergirin ku dê îmze bikin.
B.A & Partners bi kurtasî ji bilî van qadên navborî di qadên din de jî bi têgihiştineke bingehmaf piştgiriya hiqûqî dide. Wisa bawer dike ku pratîk û mewzûata îro nikare sînorên pratîk û şiroveyên hiqûqî xêz bike û gava ku di parastina hiqûqa miwekilên me de rêyên hiqûqê yên asayî yan jî rêyên hiqûqa navxweyî bes nekin, di asta Serlêdana Takekesî de yan jî di asta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de em xwe ji hewldanan nadin paş. Ji bo ku ev pratîkên pêşveçûyîtir ku di encama van hewldanan de tên bidestxistin di dadgehkirina dadgehên pileyek de cihgir bibin, em hema piştî bidestxistina wan, pêvajoyên hiqûqî didin destpêkirin. B.A & Partners peymanên mafparêz ên ji bo miwekilên xwe, dadgehkirina adil û rêza li mafên kesayetiyê ji hiqûqa îro wêdetir diparêze.