Mafên Mirovan

Mafên Mirovan

Mafên mirovan bi awayekî sade tê wê wateyê ku em bikarin bi awayekî ewle jiyana xwe bidomînin, em bikarin wan mafan bi kar bînin ku ji hêla Destûra Bingehîn ve hatine misogerkirin û ji her tiştî girîngtir, em wek mirov rastî hin miamele û astengiyan neyên û em nekevin paş wan destkeftan ku me bi dirêjahiya dîrokê bi dest xistine. Mafên mirovan di cîhana hiqûqê de bi tesbîtkirina rêgezên bingehîn û bi nîqaşên doktrînî û darizandinî pêk hatine. Ji ber vê yekê jî mafên mirovan ne mijara dadgehên pileyek e ku qanûna nivîskî cih bi cih dikin, lê belê mijara Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye ku di wan de cewherê qanûn û rêgezan ji nîqaşê re tê vekirin. Parastina mafekî bingehîn çi di nav sînorên welêt de çi di dadgehên navneteweyî de pêvajoyeke wisa ye ku divê ji destpêkê de bi awayekî cidî û bi nîqaşên germ û gur bê meşandin. Lê belê di vê pêvajoya xebatê de, parastina mafên mirovan ji çareserkirina pirsgirêkeke bûyerek berbiçav yan jî rewşeke berbiçav wêdetir, divê bi hişmendî û bi berpirsyariya parçeyekî têkoşîneke mezin bê meşandin. Hiqûqnasên me di nîqaşên mafên mirovan û dozên binpêkirina mafan de hem pişta xwe bi zanyarî û tecrubeyê girê didin û hem jî bi wê hişmendî, bawerî û cidiyetê dixebitin ku têkoşîna ku ji bo dozên bi vî rengî tê kirin, ji bo nîqaş û destkeftên siberojê gavek e û ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafan, ji bo qerebûkirina zeraran û ji bo parastina mafên bingehîn tê dikoşin.

 

• Mafên Mirovan

o   Mafê Hilbijêrbûn û Hilbijartîbûn û Meşandina Xebatên Siyasî

o   Mafê Parastina Samanên Madî û Manewî

o   Mafê Rêkxistina Civîn û Xwepêşandanê

o   Mafê Xwerêxistinkirin, Avakirina Sendîkayê û Meşandina Xebatên Sendîkayî

o   Azadiya raderbirînê

o   Mafê Dadgehkirina Adil