Hiqûqa Cezayê

Hiqûqa Cezayê

Hêza darizandinê (juridical power) di van pêvajoyên hiqûqî yên herî giran de dikare kesan ji azadiya wan bêpar bihêle. Ev pêvajo van salên dawîn ji ber bêusûliyên pêvajoyên lêpirsînê, ji ber dadgehkirinên alîgirane û ji ber guherînên di serûberkirinên înfazê de ji berê zêdetir tevlihev bûye. Eweliyeta me ya yekem ew e ku miwekilên me yên ku rastî lêpirsîneke cezayê hatine, bila bikarin alîkariyên hiqûqî yên herî baldar û bikalîte wergirin. Ji ber îctihadên hêza darizandinê ya bilind ku her tim diguherin, ji ber destgîrkirinên kêfî û ji ber tedbîrên kontrola edlî, eger pêvajoyeke lêpirsînê ji destpêkê de bi baldarî neyê meşandin, eger di encamê de mafdarbûn bê tescîlkirin jî, nimûneyên wisa hene ku ew pêvajoya lêpirsînê dikare bibe sedema jidestdana mafan û ev nimûne her roj zêde dibin. Lewma em ne tenê ji bo hikumê teqez xebateke çalak dimeşînin, her wiha em ji bo pêvajoya lipeygerîn(prosecution)ê jî ku dikare bibe sedema zerarên telafînebar, xebatên çalak dimeşînin û em piştrast dibin ku hemû derfetên ku ji meqama parastinê (the defence) re hatine dayîn bi derfetên meqama angaştê (prosecution) re wekhev bên bikaranîn. Ji ber vê yekê sedan mînak hene ku ofîsa me nehiştiye ku miwekilên me bi tedbîrên kêfî bêne sînordarkirin û me rê li ber wê yekê girtiye ku ji ber şaşiyên dadgehkirinên dadgehên pileyek mexdûriyet çênebin.