Qada hiqûqa înformatîkê ji bo ku li wan teknolojiyên ragihandinê yên dîjîtal bê guncandin ku li seranserê cîhanê pêşve diçin, li Tirkiyeyê bi giştî bi sînordarkirin û sizadanên têkildarî vê qadê tê rojeva raya giştî. Ev qad ku mirov neçar dike ku divê mirov pêşveçûnên teknîkî yên li seranserê dinyayê bişopîne; ragihandineke ewle, parastina mafên kesayetiyê, bazirganiya onlayn û ewlehiya datayan di serî de, ji bo parastina berjewendî û eweliyet(priority)ên miwekilên me yên di qadên cuda de, girîngiyeke wê ya jiyanî heye. Em bi tîma xwe ya pispor eweliyetê didin vê qada wiha girîng û em wisa dikin ku di lihevnekirinên qadên têkildar de pêwîstiyên hiqûqa înformatîkê li ber çavan bên girtin.