Têkoşîna li dijî Berhemên Korsan

Têkoşîna li dijî Berhemên Korsan

Di serdema dîjîtal de, berhema ku we derxistiye, metirsî li ser wê heye ku di demeke pir kurt de ji hêla wan kesan ve bi mebestên bazirganî bê zêdekirin û belavkirin ku li ser wê ne xwedî maf in. Ev metirsî, wekî ku di bûyerên şênber de derketiye pêşiya me, yek ji wan jidestdanên mafan ên herî girîng e ku rastî miwekilên me tê. Têkoşîna li dijî berhemên korsan ew qas girîng e ku divê tenê ji însiyatîfa saziyên îdarî re neyê hiştin. Armanca hiqûqnasên me ew e ku çi bi destpêkirin û şopandina dozên hiqûqî, çi bi destpêkirin û şopandina pêvajoyên îdarî û edlî jidestana mafan bînin asta herî hindik.