Gava ku tenê di nav sînorên maqûl de li vî sernavî bê mêzekirin, organa cihbicihkar (executive organ) jî tê de her kes bê dudilî destnîşan dike ku rêzê li vî mafî digire. Esasen azadiya raderbirînê tê wê wateyê ku mirov fikirên herî ecizker û tehemila wan zor bê fikar bîne ziman. Lê belê rastiya welatekî li pêşberî me ye ku siyasetmedar, rewşenbîr û kedkarên fikir û hunerê hem ne xwediyê vê rehetiyê ne û bi ser de jî hiqûqê her tim li hember xwe wek kontrolkereke fikiran dibînin. Ev azadiya ku hewl didin bi pratîkên kêfî wê berteng bikin, gava ku ev pratîk dibin mijara dadgehkirinê, wisa lê tê ku ev azadî bi sînorên berfirehtir bê bikaranîn. Ji bo ku miwekilên me bêyî ku fikara wan hebe ku ew ê rastî sizadan(sanction)ên nehiqûqî werin, fikirên xwe bînin ziman, em bi baldarî her cure tedbîrekê werdigirin û em tê dikoşin da ku li welatê me têgihîştineka azadiya raderbirînê bi cih bibe ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ji xwe re wek xala destpêkê datîne.