Her wekî ku me di bin hemû sernavên din de behs kir, ji bo ku naveroka mafên mirovan encamên watedar bide, berî her tiştî ev yek bi wê yekê dikare mimkin bibe ku usûla ku dê di pêvajoyên hiqûqî de bê meşandin, divê li dijî kesan neyê bikaranîn. Tevî ku îsbateke sûc a madî ya herî biçûk tune ye, kesên ku rastî dadgehkirina cezayî tên û gelek mexdûrên ku bi tedbîr û cezakirinên neheq ji jiyan û azadiya xwe sal ji dest dane, wisa kiriye ku di parastina mafê dadgehkirina adil de berpirsyariyeke cidî û girîng bikeve ser milên hiqûqnasan. Berî her tiştî erka me ew e ku em piştrast bin ku Usûla Mihakemeya Cezayê di serî de miwekilên me bikarin ji hemû mafên xwe yên şeklî bi awayê herî adil sûdê jê wergirin û em bibin mertal da ku merciyên îdarî, asayiş yan jî organa darizandinê sîstema cezayê li dijî kesan wek çek bi kar neynin.